Greva birçîbûnê ya li Mîçîrûnskê di roja 2. de ye

Greva birçîbûnê ya li navçeya Mîçîrûnsk a bajarê Tambovê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja duyemîn de ye.

Kurdên li navçeya Mîçîrûnsk a bajarê Tambovê yê Federasyona Rûsyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 2 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Mîçîrûnskê ve tê organîzekirin û gelê xwecihî jî destekê dide.

Di çalakiyê de qala zextên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hate kirin. Her wiha çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindanan û Ewropayê hate silavkirin.

Çalakgeran bang li hêzên navneteweyî jî kirin, ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.