Greva birçîbûnê ya li Hannoverê di roja 2. de ye

Greva birçîbûnê ya li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye, di roja 2. de ye.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 2. de ye. Çalakî bi dirûşma "Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêbertî azad bikin" li avahiya partiya Dîe Lînke pêk tê. Ji rêveberiya eyaletê ya Dîe Lînke Lars Leopold û Kurdistaniyan serdana çalakiyê kirin.

Çalakgerên li Hannoverê Leyla Guven silav kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê, her wiha bêdengiya CPT a li pêşberî tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin.

'EM Ê DEST BI ÇALAKIYÊN BÊ DAWÎ BIKIN'

Çalakgeran diyar kirin, Ocalan tê wateya îradeya Kurdên azad û gotin, "Eger Rêberê me azad nebe, em ê dest bi çalakiyên bê dawî bikin.

Çalakgeran gotin, "Divê em li ber vî dîktatorî rabin û ti carî kiryarên wî qebûl nekin. Kurd be, Ereb be, Tirk be, kî dibe bila bibe divê li ber dîktator rabe."