Greva birçîbûnê ya li Hannoverê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li Hannoverê di roja 5'an de bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya li Hannoverê di roja 5'an de bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li Îmraliyê li avahiya Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) di roja 5'an de bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû. Çalakgeran piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Bijî Berxwedana zindanan' berz kirin.
Li pêşiya avahiya Partiya Çepgir belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannover û derdora wê serdana çalakiya greva birçîbûnê kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Wê 22'ê Kanûnê saet 14'an li pêşiya stasyona trenê (HBF) meş were lidarxistin. Çalakgerên greva birçîbûnê banga li Kurdistanî û dostên wan kirin ku bi xurtî tevlî meşê bibin.