Greva birçîbûnê ya li Brukselê di roja sêyemîn de ye
Greva birçîbûnê ya li Brukselê di roja sêyemîn de ye
Greva birçîbûnê ya li Brukselê di roja sêyemîn de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û piştgiriya bi Kobanê re ji aliyê rêveberên saziyên Kurdan ên li Ewropayê li ber Parlementoya Ewropa ya li Brukselê hatiye destpêkirin ket roja sêyemîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li ber avahiya PE ya li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê rêveberên saziyên kurd ên weke KNK, TEV-ÇAND, CÎK, FEDA, FKE ve hatiye desptêkirin û ji aliyê nunerên MLPK ve tê destekkirin, berdewam dike.
Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Elmanyayê tevlî çalakiya ku îro li ber Komîsyona Ewropayê hate lidarxistin bû. Alîgirên Partîzanê jî destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Frensî, Îngilîzî û Elmanî dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Kobanê” û “Bimire DAIŞ” hatin qêrîn.
Çalakgerên greva birçîbûnê wê sibê li ber Parlementoya Ewropayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên xwe nû bikin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ya ku wê roja înê bi dawî bibe, wê piştî çalakiya xwe ji bo tevlî meşa li bajarê Dusseldorfa Elmanyayê bibin, wê biçin Dusseldorfê.