Greva birçîbûnê ya li Adigeyê bi koma nû dewam dike
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma nû dewam dike.
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi koma nû dewam dike.
Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Grev bi koma nû dewam dike.
'DIVÊ GELÊ ME PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO ÇALAKGERAN ZÊDE BIKE'
Berdevkê koma nû ya greva birçîbûnê Îsa Aliyev got, "Sê sal in em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdê dewam dike. Em jî tecrîdkirina Rêberê xwe şermezar dikin û destekê didin Leyla Guven. Em ji gelê Kurd ê li çar aliyên cîhanê ne dixwazin ku guh bidin daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê. Divê gelê me desteka xwe ya ji bo çalakgeran zêde bike û têkoşînê mezin bike."
Çalakgeran her wiha gefên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Rojava şermezar kirin.