Greva birçîbûnê ya Guven di roja 73'yan de ye

Parêzerên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ku ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, gotin germahiya laşê Guven zêde bûye û zikê wê tê guvaştin.

Rewşa Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û bi daxwaza tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan ev 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, giran dibe.

Parêzerên Guven şevê dî bi Guven re hev dîtin.

Parêzeran agahiyeke kurt dane ANF'ê û gotin germahiya laşê Guven zêde bûye, tansiyona wê kêm bûye.

Parêzeran her wiha gotin dilê Guven dixele, zikê wê tê guvaştin û ji bo vê jî bi zehmetî dikare xwe tevbilivîne.