Greva birçîbûnê ya Îba di roja 18’an de ye

Ciwanê bi navê Yûsûf Îba yê ku li Kanadayê dijî, li dijî tecrîdê 18 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Ciwanê bi navê Yûsûf Îba yê ku li Kanadayê dijî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dabû destpêkirin û çalakiya wî ya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome. Piştgirî û serdana ji bo Îba didome.

Çalakgerên ji Başûrê Kurdistanê, parêzvanên mafên mirovan û komeleyên ên li Torontoyê dijîn name ji Îba re şandin û piştgiriya xwe nîşan dan.

Çalakgera bi navê Asya Majîd hate serdana Îba yê ku li Navenda Gel a Kurdan a Torontoyê ketiye çalakiyê û çalakiya Leyla Guven û ya Yûsûf Îba silav kir û bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd.

Li Kanadayê çalakgerên ku dostên Kurdan in, name ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandin û ji bo Îba banga bihistyariyê kirin.