Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu bi Mûrat Alp re ku yek ji êrîşkarên nîjatperest yê revdeyê nîjatperest bû, êrîş biribûn ser cenazeyê dayika alîkara Hevseroka HDP’ê Aysel Tûgluk Hatûn Tûglûk, li xwe mikurt hat ku li qereqolê wêne pê re girtiye.
Soylu wêneyê li qereqolê yê ku bi revdeya nîjatperest re girtî, hewl da bi darvekirina du wezîrên di qebîneya Adnan Menderes de hatin darvekirin biparêze û di daxuyaniya xwe de ku bi ‘Hûn nemerd in!’ wiha got: ‘’Îro 16’ê Îlona 2017’an e, salvegera 56’an a du wezîran, a Hasan Polatkan û Fatîh Ruştu Zorlu ye.
Bi bêbextiyên kesên ku weke we naşibin mirovan hatin darvekirin. Nîv sedsal çû lê helwesta we ya bi nemerdî neguherî.’’
Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê di daxuyaniyê de gelek dijûn kirin û wiha got: ‘’Wê şevê em û Waliyê Enqerê û Midûrê Emniyetê yê Enqerê em çûne goristana ku bûyer lê bûyî, ji bo agahiyan bistînin, li benda nirxandina ku malbat cihê gorê biguherînin û ji bo ku em bi Aysel Tûglûk re di wesayita li ber qereqolê de bû, hev bibîni çûne qereqolê. Bi şandeyê re saetekê me li vîdeoya bûyeran nerî. Piştî ku nêzî 3,5 saetan em li qereqolê man, ji bo ku têkildarî bûyerê binçavkirin bibin me ferman da û ji qereqolê em derketin. Wê kêliyê yek ji şêniyê taxê ku zanîbû em li wir in xwest ku bi me re wêne bigire û dema ku em derketin bi gelek kesan re me wêne girt. Ya girîng ne ew e ku di her dema jiyana me de kê bi me re wêne girtiye, a girîng ew e bê ka ji hêla hiqûqî ve ketine nav sûc an na. Bi fermana me, piştî ku lêpirsîn hate berfirehkirin îfadeya 48 kesan hate standin û ev şexsê ku îfadeya wî hatî girtin jî roja dî bi fermana dozger hate binçavkirin û hê jî di binçav de ye.Ji bo ku şêniyekî taxê xwest bi me re wêne bigire, piştî fermana me, di lêhûrbûnê de binçavbûna yek ji kesê ku wêne girtî rastiya fitneyê naguherîne. Berevajî vê hassaiyeta me ya derbarê mijarê û nêzîkatiya me ya li bûyerê nîşan dide. Di vê mijarê de me tişta hewce kiriye û em ê bikin.’’
Têkildarî bûyerê ji kesên ku hatine binçavkirin 19 hatin berdan û 4 ji wan hê jî di bin çav de ne.
‘DAXUYANIYÊN ‘SERXWEŞ’ Û SERSERÎ’!
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan duh li ser êrîşê gotibû, êrîşkar ‘serxweş’ in. Îro jî Wezîrê Çand û Turîzmê Nûman Kurtûlmuş gotibû, ‘’ev ne weke karê sê çar serseriyan e.’’