Google bikarhêneran manîpule dike
Heft rêxistinên bikarhêneran ên Ewrûpayê bi hinceta ku Google ji bo şopandine tevgerên bikarhênerên xwe manîpulasyonê dike, gilî kirin.
Heft rêxistinên bikarhêneran ên Ewrûpayê bi hinceta ku Google ji bo şopandine tevgerên bikarhênerên xwe manîpulasyonê dike, gilî kirin.
Giliya sûc li Norwec, Hollanda, Polonya, Yewnanistan, Komara Çekê, Slovenya û Swêdê hate kirin. Daxwaznameya giliyê xwe dispêre lêkolîneke rêxistineke bikarhêneran a Norwecê.
Rêxistinê diyar kir ku Google ‘ji bo şopandina bikarhênerên xwe dest bi dîzayn û agahiyên xapînok kiriye.’
Berpirsê rêxistinê Gro Mette Moen got ku, “Google bêyî ku xwe bispêre bingeheke hiqûqî, li ser agahiyên takekesî disekine û bi têknîka manîpulasyonê van agahiyan bi dest dixe.”
Rexne tê kirin ku Google bi ‘rabirdûya cih û waran’û ‘çalakiyên Web û sepandinan’ bikarhênerên xwe dişopîne.
Rêxistinê diyar kir ku bi daneyên cih û warên ku bikarhêner lê ye, tevger, cihên ku ew her dem diçiyê, rûtînên rojane û eleqedariyên takekes dikare were şopandin. Rêxistinê bal kişand ser vî tiştî ku bi vî tiştî re baweriyên olî, meylên siyasî û zayendî yên kes dikare were fêmkirin.
Rêxistina ji Norwecê bi daxwaza ku bila Google dev ji vê pêkanîna ‘îllegal’ berde û xwest bila lêpirsîn li Googleyê were vekirin.
Li gorî lêkolîan Norwecê di pergalên Androîd de zehmet e û 70 ji sedê telefonên li Ewrûpayê bi vê pergalê re dixebitin.
Komeleya Bikarhêneran a Hollandayê Consûmentenbondê jî bang li Googleyê kir ku bila dev ji vê pêkanînê berde.
Googleyê jî xwe parast û got ku, “Rabirbûya cih û waran dikare were sekinandin û guherandin an jî jêbirin. Heke çalak be, li ser rêya bikarhêner ji bo başkirina xizmeta çûnûhatinê sûda wê heye.”