Gokkan: Dewlet tehrîk dike
Gokkan: Dewlet tehrîk dike
Gokkan: Dewlet tehrîk dike
Leşkeran êrîşê "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" a ku 43 gerîlayên HPG’ê lê hatine definkirin a li mewkiya Bendere ya Çiyayê Bagokê kirin. Di êrîşê de cenazaeya gerîlayê HPG’ê Ahmet Ugurlar ji gorê hat derxistin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan diyar kir ku li herêmê bertekên mezin çêbûne û got: “Ew cenaze ne tenê yên malbatane, yê Gelê Kurd e. Gelê kurd dê bê deng nemîne. Divê demildest lêborîn bê xwestin.
Gerîlayê HPG’ê Ahmet Ugurlar duh bi merasîmê li Şehîtlixa Egît Suruç hat definkirin. Piştî gel cenaze defin kir, bi wesayîtên leşkerî gor hat hilweşandin û cenazeyê Ugurlar hat derxistin.
GOKKAN: EM MÎNAKÊN 90’Î DIJÎN
Ayşe Gokkan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew çûne cihê bûyerê û tespîtkirine ku leşkeran êrîşê goristanê kiriye û wiha got: “Piştî gel ji merasîma cenazê veqetiya, leşkeran êrîş kiriye. Gor hatiye parçekirin û cenaze jê hatiye derxistin. Dema em çûn cihê bûyerê helîkopter li ser gorê difiriyan.
Gokkan destnîşan kir ku êrîşê rê li ber bertekên mezin vekiriye û got: “Em bi fikarin. Ev bûyer mirovan tahrîk dike. Ev hewldaneke ku hestên mirovan nasnakeye. Bi vî awayî derxistina cenazeyê dê bê bertek nemîne. Ev pêkanîn di dema pêvajoya çareseriyê de pêk tê. Kurd li bende ku li hemberî nirxên wan rêz bê nîşandan. Lê vê baweriya gelê kurd qels kir. Ev pêkanîn wek yên salên 90’î ne.”
KURD VÊ ÊRÎŞÊ QEBÛL NAKIN
Gokkan di berdeamiya axaftina xwe da zanîn ku dê gelê kurd bêdeng nemîne û wiha pê de çû: “Cenaze pir xesas û tehemul nayê kirin. Kurd vê êrîşê qebûl nakin û dê bêdeng nemînin.
BILA LÊBORÎNÊ BIXWAZE
Gokkan anîziman ku divê rayedarên dewletê demildest daxuyaniyek bide lêborînê bixwaze.
Her wiha di rojên borî de Şehîtlixa Xêrzan a li gundê Olek ya Bedlîsê jî rastî êrîşê hatibû. Walitiyê êrîş girtibû serxwe û îdia kiribûn ku li dij hukmên mewzuatê ye hilweşandine.