NÛ BÛ

Girtiyên siyasetî hatin sirgûnkirin

Sê girtiyên jin ên li girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, sirgûnî girtîgeha Sîncan a Enqereyê hatin kirin. Li Agirî jî 18 girtî hatin sirgûnkirin.

Girtiyên jin Herdem Acar, Şehrîvan Çoban û Derya Kûrtalan ên li girtîgeha tîma M ya Wanê dihatin ragiritn, duh danê sibehê sirgûnî girtîgeha Sînan a Enqereyê hatin kirin.

LI AGIRÎ 18 GIRTÎ HATIN SIRGÛNKIRIN

Li Agiriyê, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Bariş Demîr jî din av de 18 kes sirgûnî girtîgehên Gîresûn û Çanakkaleyê hatine kirin. Bavê Bariş Demîr, Zekî Demîr li hemberî sirgûnkirina kurê xwe nerazîbûn nîşan da û got: "Em wekî malbat gelekî medûr in, armanca wan têkîliya me bi zarokan me re qut kirin e. Ji ber ku Agirî nêzîk bû em diçûn. Ev tişta ku li me tê kirin zilm e."