Girtiyên PKK û PAJK’î: Piştî hilbijartinan em ê berxwedana xwe bigihînin qonaxeke nû

Girtiyên PKK û PAJK’î diyar kirin ku greva birçîbûnê heta piştî hilbijartinan dirêj kirine û gotin: “Roj roja kombûna li dora Rêber Apo ye. Li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî roj roja bi destxistina azadiya gelê me ye.”

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyanî da.

Daxuyaniya girtiyan bi vî rengî ye:

“Li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a ji bo temamkirina qirkirina Kurd, li seranserî cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Weke gel û tevger ji pêngavê re biryara tevlîbûnê hate dayîn û ev rewş ji raya giştî re hate ragihandin. Weke girtiyên PKK û PAJK’î yên li zindanan em jî di çarçoveya vê biryarê de roja damezrandina Partiya me 27’ê Mijdarê bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêvajoyê bûn. Em bi moral û hêza ku ji berxwedana Rêbertî, operasyonên şoreşgerî yên serketî yên gerîlayên me yên leheng, çalakiyên ‘Nobeta Edaletê’ yên ku malbatên me dan destpêkirin û berxwedana gelê me ya li her qadê, werdigirin çalakiya xwe bi biryardariyeke mezin dimeşînin.

Em di ferqê de ne ku pêvajoya em têde derbas dibin qasî rîskên xwe, ji bo serketinê jî têra xwe derfet derxistiye holê. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser bingehê qirkirina Kurdan bi damezrandina dewleta Tirk bi encam bû. Şerê Cîhanê yê Duyemîn dîsa li ser bingehê qirkirina Kurdan dewlet netewa Îranê derxist holê û tê xwestin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî li ser bingehê qirkirina Kurdan bigihije encamê. Em vê yekê ji bûyerên diqewimin, bi rehetî dibînin. Lê vê carê rastiyeke gel heye ku li dora paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê’ xwe rêxistin kiriye. Tecrubeyeke 50 salan heye ku ji aliyê berxwedana Rêbertî, şehîdan û PKK’ê ve hatiye afirandin. Di asta navneteweyî de fikrên Rêber Apo bilez belav dibin, xwedî lê tê derketin û Rêber Apo bûye Rêberekî Gerdûnî. Rastiya me ya gerîla û gel heye ku li dora vê hêza îdeolojîk li ser xeta fedayî dimeşe. Evane hemû çavkaniyên hêza me ya esas e ku wê lîstokên faşîzma dewleta Tirk û hêzên hegemon ên kûreyî vale derxîne û wê me azad bike.

‘BIRYARDARIYA ME JI HER DEMÊ ZÊDETIR DI ASTA PÊŞ DE YE’

Weke zêdeyî 10 hezar girtiyên PKK û PAJK’î yên li zindanên dewleta Tirk, em car din destnîşan dikin ku em heta mirinê dilsozê nirxên Rêbertî, şehîdan, gel û têkoşîna xwe ne. Di pêvajoyeke wiha dîrokî de, em li zindanan jî bin wezîfe û berpirsyariya me ya bi ser xistina têkoşînê ji her demê zêdetir di asta pêş de ye. Xeta fedayî ya ku gerîlayên me, xeta me ya berxwedanê jî ye ku em esas digirin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertiy me ku afirînerê hemû nirxên me yên madî û manewî ye, ji bo me rastiya hebûnê û pêşxistina xeta fedayîtiyê ye. Lewma ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em ji wezîfe û berpirsyariyên xwe re amade ne û bila her kes bizane ku em ê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

'PIŞTÎ HILBIJARTINÊ EM Ê DERBASÎ  QONAXEKE NÛ BIBIN' 

Em dixwazin destnîşan bikin ku me çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger ku me di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo dabû destpêkirin û ji raya giştî re eşkere kiribû ku em dê 15’ê Sibatê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin ji bo bandorê li pêngava derve neke û ji xebatên hilbijartinê re nebe asteng, heya piştî hilbijartinan dirêj kiriye. Pêvajoya çalakiyên berfireh yên ku gelê me wê ji 15’ê Sibatê heya 4’ê Nîsanê girêdayî pêngava derve bi pêş ve bibe û dîsa girêdayî vê yekê di hilbijartinan de em helwesta gelê me ya li dijî polîtîkayên qirkirinê û siyaseta qeyûman ên faşîzma AKP û MHP’ê  girîng dibînin û em di wê baweriyê de ne ku wê gelê me li dijî van yekan bersiveke baş bidin. Ji ber vê yekê jî ji bo bandorê li van pêvajoyan neke me biryar da ku em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heya piştî hilbijartinan dirêj bikin. Em ji raya giştî re destnîşan dikin ku eger tecrîda li ser Rêber Apo  heta piştî hilbijartinê jî bidome, em ê çalakiya xwe derbasî qonaxeke pêştir bikin û heya ku em encamê jê negirin em dê çalakiyên xwe bidomînin. Di vê pêvajoyê de em di çarçoveya pêngavê de bangî li hemû gelê xwe, sazî û derdorên demokratîk û dostên xwe dikin ku berxwedanê berfirehtir bikin, bi çalakiyên berfireh û girseyî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo   xwe seferber bikin û di vê qonaxa krîtîk de û ji bo erk û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û pêvajoya pêngava bigihînin serkeftinê. Dîsa em bangî li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi hemû hêza xwe di xebatên hilbijartinê de cih bigirin ji bo rê li ber sazîbûna faşîst were girtin û siyaseta qirkirina Kurdan were bêbandorkirin.

Em dibêjin ku roj roja kombûna li dora Rêber Apo ye. Roj roja girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, bidestxistina azadiya gelê me ye. Roj roja şikandina tecrîda Îmraliyê ye. Roj roja têkbirina siyaseta qirkirina Kurdan e. Roj roja avakirina Bihara Azadiya Gelan e. Em hemû kesên girêdayî van esasan li ber xwe didin, bi rêzdarî silav dikin.”