Girtiyên Nexweş Polat terkî mirinê kirin
Girtiyên Nexweş Polat terkî mirinê kirin
Girtiyên Nexweş Polat terkî mirinê kirin
Girtiyên nexweş Serdar Polat ku nekare pêwistiya xwe bîne cih avêtin hucreya yek kesî.
ÇHD û ÎHD’ê daxuyaniyek hevpar da û balkiaşnd ser zextên li ser girtiyên girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Sîncanê.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 6’ê mijdarê de piştî êrîşên hucreyan kirine îşekece li girtiyan kirine û xistine hucreyên yek kesî. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “di 5’ê mijdarê girtiyan kamerayên li hewadankê hatibûn bicihkirin protesto kir û diyar kiribûn ku ew vê pêkanînê qebûl nakidn. Midûrê girtîgehê yê Sîncanê Celalettîn Konca kamera bicih kiribû. Li ser vê girtiya kamera şikand û diyar kirin dê desturê nedin pêkanînê. Bi talîmata Konca êrîşê girtiyan hat kirin û girtî avêtin yek hucreyê.
Girtiyên siyasî dernaxînin hewadankê. Girtiyên Nexweş Erol Zavar û Serdar Polat jî rastî êrîşê hatin û xistin hucreyê. Halîl Şahîn jî xistin yek bloka A ya ku girtiyên siyasî lê tune û hêj di wir de ye.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku girtî terkî mirinê hatine kirine û got dê li dijî vê îşkenceyê bê deng nemînin.