Girtiyên nexweş mirinê dipên
Girtiyên nexweş mirinê dipên
Girtiyên nexweş mirinê dipên
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleyên Mafê Mirovan (ÎHD) tenê di 6 mehên dawî de 14 girtî, dema rapora Tipa Edlî dipan jiyana xwe ji dest dane.
Di dema AKP’ê de girtîgeh ji bo girtiyên nexweş bû wek malên îşkenceyê yên ku lê mirinê dipên. Di 6 mehên dawî de 14 girtî dema rapora tipa Edlî dipan, nehatin tahliyekirin û jiyana xwe ji dest dan. Niha li girtîgehan bi sedan nexweşên giran hene.
Li gorî rojnameya Cumhuriyetê di Sibata 2013’an de piştî hukma ‘Kesên di girtîgehê de nexweş an jî seqet nekare jiyana xwe tenê bidomîne û di alî ewlehiya civakê de rê li ber xetereyê veneke, dê heta cezayê bê başkirin, şûnde bê berdan’ li Qanûna Înfazê hat zêde kirin şûnde, heta Gulana 2013’an de nêzî 460 girtiyên nexweş ji bo tahliyeyê serlêdan kir. Li gorî nûçeya ku xwedispêre daneyên ÎHD’ê tenê îfaza cezaya 43 kesan şûnde hatiye berdan. Navê 417 kesan jî hatiye redkirin. 113 girtî jî li bende rapora Tipa Edlîne.
Hinek girtiyên nexweş ku ligel rapora ku Saziya Tipa Edlî dane nehatine tahliyekirin:
Abdullah Kalay: (Girtîgeha Tîpa F ya Kandira) nexweşê Wernicke-Korsakoff. Ji sedî 25’an guhê wî nabihîze, pirsgirêka wî ya rovî û mîdeyê heye. Du caran anjiyo bû. Ji ber ku hucreyên dilê wî mir, ji sedî 35’ê dilê wî dixebite.
Alî Haydar Yildiz: (Girtîgeha Tîpa F ya Metrisê) Ji piştê û şûnde felce. Di Bedena wî de birînên giran hene.
Aydin Çubukçu: (Girtîgeha Orduyê) Sîroze û çavê xwe yê yek wenda kiriye.Ameliyeta kezeba spî derbas kiriye.
Aslan Karsli: (Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê) nexweşê Wernike- Korsakof. 5 caran rapora tahliyê danê.
Bekîr Şîmşek: (Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê) nexweşê Wernicke- Korsakoff.
Hakan Golunç: (Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê) Di mêjiyê wî de bi meznahaya 17 mm tumor heye.ji sedî sed nanîne û nexşwşê epîlepsiye.
Hasan Alkiş: (Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê) Nexweşiya Behçetê ye , hipertansiyon, qelb e.
Îsmaîl Yavuz Gulverik: (Girtîgeha Sîlîvrî) Nexweşê Tuberkolozê ye.
Kemal Gomî: (Girtîgeha Tîfa F ya Hejmar Yek a Sîncanê) Nexweşê giran yê şîzofrenê ye. 11 raporên wî hene. Tenê di hucreyê de dimîne.
Lokman Akbaba (li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Tekîrdagê dimîne) nexweşiya prgresîf ALS’ê heye û bi giştî ev nexweş 5 salan dijîn.
Sultan Ozer (Girtîgeha Karataş) Nexweşa dil e. 3 caran krîza dil derbas kiriye. Diyabet, tansiyon û astime.