Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê nayên dermankirin
Girtiyê bi navê Emrah Kandemîr bi nameyekê eşkere kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî nayên dermankirin û girtiyên li dijî zordestiyan bêdeng namînin jî sirgûnî girtîgehên din tên kirin.
Girtiyê bi navê Emrah Kandemîr bi nameyekê eşkere kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî nayên dermankirin û girtiyên li dijî zordestiyan bêdeng namînin jî sirgûnî girtîgehên din tên kirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi Rewşa Awarte re zext û zordarî di asta herî jor de ne. Li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ku bi êşkence, şîdet û heqeretan her tim tê rojevê, zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibin. 19 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatin kirin. Girtiyê bi navê Emrah Kandemîr bi nameyekê eşkere kir ku girtî nayên dermankirin û girtiyên li dijî zordestiyan bêdeng namînin jî sirgûnî girtîgehên din tên kirin. Kandemîr da xuyakirin ku ji 19 hevalên wan ê hatine sirgûnkirin 6 jin bê ku agahiyê bidin malbatên wan sirgûnî Girtîgeha Tîpa E a Spartayê hatine kirin.
GIRTÎ NAYÊN DERMAN KIRIN
Kandemîr di nameya xwe de diyar kir ku li girtîgehê her tim heqeret li wan tê kirin û girtî nayên dermankirin. Kandemîr anî ziman ku li girtîgeha ku 28 kes kirine qewîşekê û di nameya xwe de ev tişt rêz kir: "Ji ber qewîş gelekî teng e cih tine ye ku girtî lê razên. Girtiyên ji bo nexweşanê serî li rêveberiya girtîgehê didin, rêveberî mehek şûnde li wan vedigere û girtiyên li dijî van pêkanînan derdikevin jî sirgûnî girtîgehên din tê kirin."
'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSYARE'
Kandemîr da zanîn ku dema ew bi 8 hevalên xwe sirgûnî Ereglî hate kirin, ji ber qebûl nekirina pêkanînê rêveberiya girtîgehê ew nêzî 20 rojan e di hucreyê de tê girtin. Kandemîr bilêv kir ji ber ku ew di hucreyê de ye ti agahiyê ji hevalên xwe nagre. Kandemîr da xuyakirin ku ew û 8 hevalên sirgûnî Ereglî hatine kirin nexweş in û li girtîgehê nayên derman kirin. Kandemîr got, "Rewşa naxweşiyê ya hevalên me gelek xirab e û divê demildest werin derman kirin. Eger hevalên me neyên dermankirin tişta li vir biqewime rêveberiya girtîgehê jê berpirsyare."
'BÊRÛMETIYÊ QEBÛL NEKIN'
Kandemîr di nameya xwe de bal kişand ser kincên yek rengî û wiha got: "Em ê li dijî pêkanîna kincên yek reng derkevin. Eger darbesta me jî derbikeve, em ê yek rengîtî û bêrûmetiyê qebûl nekin."