Girtiyên nexweş ên li Antalyayê nayên dermankirin

Leyla Sarûhan a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi rêya malbata  xwe binpêkirinên li girtiyan tên kirin ragihand, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin.

Girtiya bi navê Leyla Sarûhan a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin, bi rêya telefonê bi malbata re axivî û binpêkirinên li girtîgehan tên kirin ragihand. Sarûhan got: “Ava germ nayê dayîna me. Tevî hewaya sar jî rê nadin ku karolîfer bê pêkirin. Serdanên hevdîtinan tên sînordarkirin. Hevalên em yên nexweş nayên rakirina revîrê. Rê nayê dayîn ku bê rakirina nexweşxaneyê, dermankirina hevalên me tên astengkirin. Gardiyan li dijî me ketina nava hewldanên provakatîfkirinê. Banga hestyariyê li raya giştî dikin.”