Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Girtiyên MLKP’î jî dest bi greva birçîbûnê dikin

Girtiyên MLKP’î 7’ê Çileyê li dijî tecrîda li Îmraliyê dest bi greva birçîbûnê dikin.

Girtiyên ji doza Partiya Komînîst, Lenînîst û Marksîst (MLKP) ji bo destekdayîna greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Mijdarê dabû destpêkirin, 7’ê Çileyê ji bo 5 rojan dikevin grevê. Zeyneb Yeter û Denîz Aytaç ên li ser navê girtiyên ji doza MLKP’ê ne daxuyanî da got: “Dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Her carê li dijî hewldanên teslîmgirtinê gelê Kurd ê ev bi berxwedanê vala derxist, wê bi berxwedana xwe polîtîkayên tecrîd û zextê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan têk bibin. Em bi hêvî ne ku wê polîtîkayên tecîd û zextê yên mêtinger û faşîstan bi berxwedana yekbûyî têk biçin, bang li gelê xwe dikin mil bi milên berxwedêrên grevên biçîbûnê cih bigirin.”