Girtiyên li Tîpa F ya Sîncanê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Girtiyên li Tîpa F ya Sîncanê komkujiya Parîsê şermezar kirin

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 ya Sîncanê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê şermezar kirin. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê û Nûnertiya TUHAD-FED ya Enqereyê ku ji bo Rojava kampanya tê birêve birin piştgiriya aborî danê.

Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên li Tîpa F ya hêjmar 2 û Nûnertiya TUHAD-FED ya Enqereyê têkildarî komkujiya 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku 3 siyasetmedarên jin yên sivîl û bêparastin li Parîsê hatin qetilkirin şermezar kir û xwest di demek kurt de kujer bêne peyda kirin.

Di daxuyaniya ku hewil didin pêvajoya polîtîk ya erênî prove bikin, hate diyarkirin ku “Qetilkirina van hevalên me careke da nîşakirin ku, li vî welatî daxwaza polîtîk ya herî zehmet aştî xwestine, avakirina biratî û rojevkirina demokrasiyê ye. Her çendî ku dilê me bişewite jî, nava me tejî hêrs jî be, em dest ji daxwaza aştî, biratî û demokrasiyê bernadin.”

Weke din nêzî 200 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 2 yên li Sîncanê, kampanya ji bo Rojava hatiye destpêkirin piştgiriya aborî da.