Girtiyên li Osmaniyeyê wê dest bi greva birçîbûnê bikin
Hat hînbûn ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha T2’yê ya Osmaniyeyê wê ji ber zextên li ser xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger bikin.
Hat hînbûn ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha T2’yê ya Osmaniyeyê wê ji ber zextên li ser xwe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger bikin.
Hat ragihandin ku di demên dawîn de li Girtîgeha T2 ya Osmaniyeyê zextên giran li ser girtiyan heye. Diya girtiyê bi navê Abdûllah Topaloglû, Naîle Topaloglû diyar kir ku ew duh çûye serdana kurê xwe û kurê wê gotiye rêveberiya nû ya girtîgehê zextên xwe zêde kiriye.
Topaloglû diyar kir ku kurê wê gotiye ku, “Çalakiyên sporê yên li girtîgehê hatine rakirin, xwarin gelekî ne baş in, ser hewşa bêhnstendinê bi têlan hatiye girtin û rêveberiyê dest daniye ser pirtûk û radyoyan. Di heman demê de hin girtî bêyî ku tedawiya wan were kirin anîne girtîgehê û birînên van girtiyan nayên tedawîkirin.”
Topaloglû diyar kir ku rêveberiya girtîgehê girtiyên nexweş ne dibin nexweşxaneyê ne jî dibin revîrê. Hin nexweş hene ku ev salek e li benda tedawiya diranan e. Girtiyên ku dibin nexweşxaneyê jî di rîngê te ji aliyê leşkeran tên derbkirin û bêyî ku tedawiya wan were kirin ji nexweşxaneyê tînin girtîgehê.
‘EW Ê DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’
Naîle Topaloglû diyar kir ku girtî wê li hemberî van zext û binpêkirinan wê piştî roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê yê bêdem û bidorveger bikin û heta ku şertên wan sererast bibe ew ê çalakiya xwe bidomînin û girtiyan bang li raya giştî kirine ku bila li hemberî van tiştan bêdeng nemînin.