Girtiyên li girtîgeha Xarpêtê faşîzma li girtîgehê vegotin
Derkete holê ku gelek girtiyên nexweş û yixtiyar ên li Girtîgeha Xarpêtê di hucreyên yek kesî de têne hiştin.
Derkete holê ku gelek girtiyên nexweş û yixtiyar ên li Girtîgeha Xarpêtê di hucreyên yek kesî de têne hiştin.
Faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehan zext û êşkenceya xwe, girtî jî berxwedaniya xwe didomînin.
Girtîgeha Xarpêtê ya Girtî ya bi Nimroya 1 ku tim bi ferzkirina qertan û êşkenceyê di rojevê de ye, diyar bû ku gelek girtî ev bi mehan e di hincreyên yek kesî de têne hiştin.
ZEXT, QEDEXE Û ÊŞKENCE..
Girtiyê bi navê Mîrhan Goktaş bİ nameyekê kirinên li girtîgehê vegot.
Goktaş di nameya xwe de diyar kir ku li dijî pevguherîna odeyan rêveberiya girtîgehê qedexeyan tîne û qedexekirina vê êşkenceyek e.
Goktaş her wiha di nameya xwe de diyar kir heftiyê 10 saet her çendî mafê wan ên çalakiyan hene jî ev hemû hatine rakirin û tenê heftiyê saetekê dikarin sporê bikin, nikarin bi girtiyên dî re werin cem hev civatê bikin û ev bi rengekî îzolokirina mirovan e.
Goktaş li ser mafê hevdîtina vekirî jî ku divê mehê carekê werin kirin niha serê 2 mehan têne kirin, dema ku ew tengezariyên xwe bi daxwaznameyan diyar dikin ti bersiv ji wan re nayê, dest li ser radyoyên girtiyan danîne û her wiha pirtûkên Kurdî nadin wan, Kurdî qedexe dikin.
Goktaş got rojnameyên ku li Tirkiyê li ser zemîneke yasayî derdikevin jî nadin wan û her wiha nahêlin ku ji kantînê pîlekê jî bistînin.
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HICREYÊN YEK KESÎ DE NE’
Yek ji girtiyan Sadik Aslan jî bi nameya xwe diyar kir gelek girtiyên nexweş ku bi serê xwe nikarin jiyana xwe bi rê ve bibin di hicreyên ye kesî de têne hiştin û ev 2 meh in ew jî di hicreya yek kesî de tê hiştin.
Aslan diyar kir ku beriya bi 2 mehan ew ji Girtîgeha Trabzoê ya Tîpa E’yê sirgûnî vê girtîgeha Xarpêtê ya bi nimroa 1 a bi Ewlehiya Biling kirine û ji hingî ve ew di hicreya yek kesî de tê hiştin.
Aslan got li girîgehê ji 100’î zêdetir odeyên yek kesî hen û hema bibêje nivîsê van tije ne. Girtiyên ku nexweşiya wan giran e, emeliyatkirî ne û bi zorê dikarin ji pediviyên xwe re bibin bersiv di odeyên yek kesî de têne hiştin û bêyî ku bibêjin ev nexweş e, yixtiyar e di van odeyan de têne girtin.
Aslan herî dawî got ev nehiqûqiyeke mezin e û bandorke pir giran li ser tenduristiya beden û rih dike.