Girtiyên li Girtîgeha Kayserî çi dijîn?

Diyar bû binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê zêde bûn. Hate ragihandin ku girtiyên jin tevî kelepçeyan muayene dikin, mafê wan hatine kêmkirin û sirûdên nîjadperestî li wan didin guhdarkirin.

Parêzer Alîşan Şahîn ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re Namîne Encu û Sînem Oguz çû Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê got li girtîgehê binpêkirinên mafan heye.

‘DEMA KELEÇPEYAN RED DIKIN NAYÊN TEDAWÎKIRIN’

Şahîn, diyar kir ku li girtigeha Bunyanê 37 jinên girtî hene û wiha got: "Kotaya cil û bergan danîne ser girtiyên jin. Cilan nadin girtiyan. Cilên ji derve ji wan re tên şandin, diavêjin depoya girtîgehê. Ev kota ji bo girtiyan bûye pirsgirêkek mezin. Girtiyên nexweş ku dixwazin muayine bibin, kelepçe dispêre wan. Dîsa pirtûkan bi hejmar didin girtiyan. Dema girtiyan dişînin dadgehê û nexweşxaneyê kelepçeyê dispêre wan. Yên ku kelepçeyê red dikin nayên dermankirin.”

‘SIRÛDÊN NIJADPERESTÎ LI WAN DIDIN GUHDARKIRIN’

Şahîn got; “Her ji 15 rojan carekê bi ser kawîşên girtiyan de digirin û lêgerîn dikin. Di lêgerînê de wekî talan bikin lêgerîn dikin. Dengê bangê pir zêde ye û girtiyan bêzar dike. Gardiyan dema diçin çopê kom dikin 30 kes bi hev re diçin û sirûdên nijadperestî ên wekî “Olurum Turkiyem” dixwînin û jinên girtî bêzar dikin."

'MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ GEF LI JINAN XWAR'

Şahîn, anî ziman ku dema girtî ji bo girtîgehek din name dişînin û nameyên ji bo 4-5 kesan dixin zarfekê, rayedarên girtîgehê dixwazin ji bo her kesekî zarfekê bişînin. Şahin, da zanîn ku dema girtî ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafan û xwestin bi midûriyetê re hevdîtin bikin, midûrê girtîgehê gef li girtiyan xwarine û wiha got: "Ji 2 mehan heta niha tenê 2 caran daxwazê girtiyan ê hevditinê hatiye qebûlkirin. Dema jin çûn bi midûr re bicivin, midûr dengê xwe li wan bilind kiriye û destûr nedane ku jin biaxivin. Heqaret li girtiyan kiriye û gef li wan xwariye. Jin dema vegeriyane, odeyên xwe jî rastî dozger hatine û dozger jî gotiye 'Hûn li korîdorê çi digerin. Ji niha û şûnde musamaha tune' û gef li wan xwariye.

Şahîn, da zanîn ku dermankirina bi kelepçe nayê qebûlkirin û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibe wê serî li hemû rêyên hiqûqê bidin.