Girtiyên jin ji aliyê gardiyanên mêr ve tên lêgerînkirin!
Girtiyên jin ji aliyê gardiyanên mêr ve tên lêgerînkirin!
Girtiyên jin ji aliyê gardiyanên mêr ve tên lêgerînkirin!
Girtiyên jin yên li girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê dimînin, diyar kirin ku ji aliyê gardiyanên mêr ve tên lêgerînkirin û serî li Wezareta Dadê dan.
Endama SDGF Ayşe Denîz Karacagîl ku di berxwedana Geziyê de hate girtin û şandin girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê diyar kir ku bi komeke jinên siyasî re ji aliyê gardiyanan ve heta bincilkên wan tên lêgerînkirin û bi daxwaznameyekê serî li wezareta dadê da.
Li gorî ajansa Nûçeyan a ETHA, bavê Ayşe Denîz a 20 salî, Omer Faruk Karfacagîl, diyar kiriye ku jinên girtî ji aliyê gardiyanên mêr ve tên lêgerînkirin.
Karacagîl wiha got: “Girtî li dijî vê derketine. Gardiyanên mêr heta bincilkên wan lêgerîn dikin. Ev me gelek nerehet dike. Li şûna ku gardiyanên jin bikevin koxuşan yên mêr dikevinê. Bi telefonê ji min re got. Ji wezareta Dadê re jî ev nivîsine. Her wiha yên ku li dijî vê dertên jî rastî cezayê hucreyê tên.