Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê sala 40. a PKK'ê silav kirin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin û gotin, "Em ê berxwedana xwe geş bikin û sala 40. a partiya xwe weke sala serketinê bibînin."

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya bi wesîleya salvegera 39. a damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Partiya me PKK, ku li ser bingeha parastina rewa ya îdeolojiya sosyalîst ev 39 sal in bi rengekî bê eman têdikoşe, her mezin dibe û pêş ve diçe. Hêza bingehîn ku xwe dispêrê jî; şehîd û rastiay gel e. Çarenûsa bêoxir a gelê Kurdistanê guherand û hêviyên nû afirand. Bi qasî nîv sed sal e li dijî mêtingeriyê têkoşîna rûmetê dimeşîne û hemû bedewiyên esîl di hembêza xwe de mezin kir û gihand civakê."

Kaya da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd, li dijî paradîgmaya netewe dewlet a faşîst, olperest û neteweperest ku ji her şêwe hêzên mêtinger pêk tê, sîstema konfederal a demokratîk weke alternatîfeke bingehîn xiste meriyetê û destnîşan kir ku ev yek jî ji aliyê dîrokî û serdema heyî ve weke projeya çareseriya rasteqîn a zîhniyet û feraseta neteweya demokratîk pêşkêşî gelan kir.

Kaya di dewama daxuyaniyê de got, "Partiya me PKK ku ev 39 sal in di lêgerîna rastî, azadî û wekheviyê de bi biryardarî li ber xwe dide û şehîdên me yên leheng ên di hiş, mejî û ruh de ew temsîl kirin, bi ked û baweriya xwe di nava gelê me de bûn abîde. Tê zanîn ku Rêber Apo ji bo besivê bide bîranîna şehîdan, bi kûrbûn û berpirsyariyeke mezin tevdigere. Piştî şehadeta hevrê Hakî Karer PKK û piştî şehadeta hevrê Egîd jî artêş ragihand. PKK'ê bi vî rengî pîvana zora zorê li Kurdistanê têk bir. PKK'ê piştî şehadeta hevrê Bêrîtan jî artêşa jinê, li dû şehadeta hevrê Zîlan jî partiya jinê ava kir. Bi vî awayî jina berxwedêr a li Kurdistanê zordariya zîhniyeta nêrza ya feodal a jinê ji hev xist û di azadiya civakî de gav ber bi pêş ve avêt. Em, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi wesîleya sala 40'î destnîşan dikin ku em minetdarê Rêber û şehîdên xwe ne û salvegera partiya PKK'ê ku bûye gel bi xwe, pîroz dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çawa ku gurûhên faşîst ên bi konsepta înkar û tinekirinê li dijî partî û rastiya gel tevgeriyan di nava 39 salên bihurî de li pêşberî berxwedana me têk çûn û ji hev ketin, di roja îro de jî wê heman aqûbet bê serê tifaqa faşîst a AKP û MHP'ê. Şert û mercên em tê de ne çi dibe bila bibe, em ê ji aliyê îradî ve nasname û rûmeta xwe biparêzin. Bi dilsoziya bi şehîdê destpêkê yê fermî hevrê Hakî Karer û şehîda me ya sala 40'î hevrê Delal Amed, em ê li her derê û her demê berxwendana xwe geş bikin û sala 40'î ya partiyê weke sala serketinê bibînin.

Bi bîr û baweriya serketinê, em sala 40'î ya partiya xwe PKK'ê li gelê xwe û hemû hevrêyên xwe pîroz dikin û li ser bingeha sala serketinê di têkoşînê de serketinê dixwazin."