Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê greva birçîbûnê bidomînin!

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da û got, "Em dixwazin ragihînin ku berxwedana me ya greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê me dest pê kiriye, wê bidome."

Denîz Kaya bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Kaya wiha ye:

"Di vê demê de ku em di nava pêngavên azadkirinê yên têkoşîna me ya azadiyê de ne, em berxwedana xwe ya bi dirûşma 'faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin' mezin dikin. Em radigihînin ku berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ku me ji bo azadiya Rêberê xwe û afirandina şert û mercên azad dane destpêkirin, em ê bidomînin. Divê were zanîn; hevdîtina ku 12'ê Çileyê Rêberê me bi birayê xwe re kir, têra çarçoveya berxwedana me nake û pêkhatina hevdîtinekê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Em, girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, gelekî kêfxweş in ku agahî ji Rêberê xwe girtine. Lê belê divê bê zanîn, em ê bi şerê taybet ê faşîst ê AKP-MHP'ê nexapin. Em di xeta felsefîk îdeolojîk a Rêberê xwe de bi hişmendiya azadiyê berxwedana xwe geş dikin. Pêwîste ti carî neyê jibîrkirin ku em bi bîrdoziya Rêberê xwe tevdigerin. Ji ber vê yekê em nexapiyan û me nexapandin, divê ev baş weer zanîn. Biryardariya me ya berxwedana greva birçîbûnê jî vê yekê nîşan dide.

Sîstema dîktatorî faşîst a AKP-MHP'ê ji bo dawî li berxwedana me bîne, polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê. Hikumeta AKP'ê ku li pêşberî berxwedana me ya geşbûyî tengav bûye, roja Şemiyê destûra hevdîtinê da ku ev yek jî tê wê wateyê ku tengav bûye. Eger hikumeta AKP-MHP'ê dixwaze îspat bike ku bi vê hevdîtinê re ne li pey hesabên erzan e, divê bike ku hevdîtinên bi Rêberê me re bi rêk û pêk werin kirin, şert û mercên kar û jiyanê yên azad biafirîne, naxwe divê zanibin ku em ê bi polîtîkayên wiha erzan nexapin. Doh bi rêya birayê wî hevdîtin bi Rêberê me re hate kirin, lê belê ev hevdîtin di nava şert û mercên tecrîdê de hate kirin. Yanî tecrîd hîn jî dewam dike.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê em radigihînin ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi rengekî bê navber didomînin. Niha 226 hevalên me di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Di heman demê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger dewam dike. Bi taybetî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8'ê Mijdarê ve 67 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Divê faşîzma AKP-MHP'ê baş zanibe ku em evîndarên rastiyê ne, yekane heqîqeta me jî Rêberê me ye. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov li dora heqîqeta me li hev civiyane û serî hildane. Em ê nîşan bidin ku wê nikaribin bi milyonan mirovî tecrîd bikin. Lewma em bang li parêzvanên demokrasiyê, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran dikin ku li ber faşîzmê rabin û li ber xwe bidin. Em bang li gelên cîhanê hemûyan dikin ku bibin dengê berxwedana zindanan. Berxwedana me wê bi ser bikeve."