Girtiyên Doza Nisêbînê tecrîd şermezar kirin, berxwedan silav kirin

Di dema berxwedanê de ya ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk li Nisêbînê kiribû li 53 kesan doz hatibû vekirin. Rûniştina 5’emîn a dozê hate kiriN. Di rûniştinê de girtiyan tecrîd şermezar kirin û çalakiyên greva birçîbûnê silav kirin.

Rûniştina pêncemîn çar rojan domiya. Di dema qedexeyên derketina derve ya li Nisêbînê yên ku hatibûn girtin, ji bo wan 17 caran ‘cezayê muebbetê yê girankirî’ tê xwestin.

Rûniştina dozê ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ya 4’emîn li avahiya Gerînendetiya Saziya Ewlehiyê ya Civakî hate kirin.

Berê Hamît Acûr bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê tevlî rûniştinê bû. Acûr bi şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku li girtîgehê gardiyanan êrîşî wî kirine.

Piştî Acûr girtiyên din jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê girtiyan di parastina xwe de ev tişt diyar kirine:

Rojhat Aydin: Çalakî û berxwedana Leyla Guven a me ye jî. Em dixwazin careke din me bînin eywana rûniştinê.

Şeyhmûs Koç: Ez tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim û berxwedana Leyla Guven silav dikim. Em dixwazin me bînin eywana dadgehê û li wê derê em parastina xwe bikin.

Firat Demîr: Em greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav dikin. Em jî 14 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. 10 roj berê li girtîgehê êrîşî me kirin, di wê êrîşê de destê min şikandin.

Nûrşan Demîr: Çima ez sê sal in di girtîgehê de me? Ma tu dîmen hene? Na. Ez û zarokên xwe em tên mexdûrkirin. Ez dixwazim heyeta dadgehê min sewqî Mêrdîn an jî cihekî nêz bike. Ez naxwazim zarokên min mexdûr bibin.

Abdulkadîr Baybars: Nêta dozger diyar e, ji ber wê em nikarin tiştekî bibêjin. Tenê gotineke min heye. Berxwedan jiyan e.

Recep Yel: Ez beriya her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim. Di vê dozê de 53 kes tên darizandin lê tenê 10 kes anîne eywana dadgehê. Bi vî awayî parastin nayê kirin. Ew ê gelên berxwedêr bi ser bikevin.

Ozgur Sevîm: Gelo we qet ji xwe pirsî ev darizandin çima tê kirin? Ez Kurd im, nasnameya xwe înkar nakim. Em li dijî feraseta yekparêz in. Teror tune. Tu bandora biryara dozger tune. Dozger çi biryarê dide, bila bide.

Erkan Benlî: Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Em van darizandinan red dikin. Hûn çi cezayên giran didin, bidin. Lê tenê gel dikare me bidarizîne.”

Piştî parastina girtiyan, navber ji bo rûniştinê hate dayîn. Dadgehê biryar da ku rûniştin roja Înê were domandin.