Girtiyên dîwarê şermê protesto dikirin hatin surgunkirin
Girtiyên dîwarê şermê protesto dikirin hatin surgunkirin
Girtiyên dîwarê şermê protesto dikirin hatin surgunkirin
38 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Mêrdînê, ku dîwarê şermê û darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê Îranê ve protesto dikirin, ji bo Girtîgeha Tîpa F ya bi hejmara 2 a Tekîrdagê hatin surgunkirin.
38 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, ji ber ku bi armanca piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşke Gokkan a li dijî dîwarê şermê ketibû rojiya mirinê û şermezarkirina darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve 2 rojan ketin greva birçîbûnê, ji bo Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê hatin surgunkirin.
Hat ragihandin ku dê girtî îro êvarê saet li dora 21:00 bi balafirê bibin Tekîrdagê.
Navê girtiyên hatine surgunkirin wiha ye: "Zerdeşt Oduncu, Mesut Gokhan, Azîz Bulut, Agît Kuçuk, Ali Ertugrul, Bedrî Çakmak, Behçet Bozdemir, Burhan Tekinalp, Hasan Bilir, Mehmet Resul Turgut, Mesut Şengul, Mehmet Selami Oz, Nesîm Uslu, Nurettin Tekîn, Omer Tugrul, Ramazan Onler, Sayin Basan, Sidik Kulter, Suleyman Gunerî, Abdulkadir Bozkar, Abdulkerim Varişli, Abdullah Ecevit, Aydin Akdogan, Bariş Kaya, Burhan Ata, Cahît Yaşar, Dervîş Çabadak, Halis Tekîn, Halît Îzer, Hamdîn Îzer, Huseyin Îpek, Îsmet Çardak, Mazlum Oguz, Mehmet Emîn Akçaeren, Mehmet Emîn Demîrdag, Mehmet Emîn Gezer, Ramazan Çetedir û Şaban Kayar."