Girtiyên di greva birçîbûnê de kirin hucrê

Girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ji ber ferzkirina ku li ser piya hijmara xwe bidin, qebûl nekirin, cezayê hucreyê li wan hate birîn, mafê wan ê telefonê û hevdîtinê hate qedexekirin.

Girtiyê bi navê Şemsettîn Erdem û Ozgur Çelîk, ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Manîsayê dikoxûşa A-17'ê de, bi girtiyê Ozgur Bektaşoglu (43) re, ku 52 ji 100'î astengbûyî ye û bi nexweşiya polîo şekelî ye û bi Mehmet Tekîn re, ku tumora mêjî pê re heye, dimînin, binpêkirina mafên girtiyan vegotin. Şemsettîn Erdem, bi nameyekê ku ji Şûbeya ÎHD'ê ya Îzmîr re şandine, tiştên ku bi hevalê xwe yê koxuşê re jiyîn vegotine.

Erdem got, 6'ê Mijdara 2018'an ji ber ku li dij rabûne ku li ser piyan hijmarê bidin qerdiyanan li wan dane û ji bo vê serî li Şûbeya ÎHD'ê dane. Erdem got ji ber ku 'dirûşm' qêriyaye, 10 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn, hatiye qedexekirin ku 3 mehan serdanvanê xwe nebîne û têkilî 'hijmardayinê' jî, 2 caran cezayê 10 rojan ê hucreyê lê hatiye birîn.

Erdem her wiha diyar kir li ser hevalên wî Mehmet Tekîn û Ozgur Çelîk jî ji heman doyayê 2 caran ceza li wan hatiye birîn ku 3 mehan nikaribin mafê telefondayinê bi kar bînin û 2 caran ji bo 3 mehan ceza li wan birîne ku serdanvanê xwe nebînin.

Erdem bi domdarî got têkilî 'dirûşm'ê 2 caran, her carê ji bo 3 mehan ceza li Ozgur Bektaşoglu birîne ku nikaribe telefonê bide. Erdem her wiha got bêyî ku biryara van cezayan ji wan re ragihînin dest pê bicihanîna van cezayan kirine.

Erdem got 12'ê Sibatê hevalên wî dema ku çûne ku mafê xwe yê telefonê bi kar bînin nekarîne ku vî mafî bi kar bînin û got li ser mijarê malbat jî nehatine agahdarkirin. Erdem bi navê hijmartinê ji bo ku rabûna li ser piyan a bi zorê qebûl nekiine ceza li wan tê birîn û got, tevahî 11 mehan cezayê disîplînê dane wî, 8 caran, her carê ji bo 10 rojan ew avêtine hucreyê.

Erdem ev 69 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Erdem got tişta ku bi serê wî hatiye bi ser hevalên wî jî tê, alîkariya hiqûqî xwest, diyar kir ku ew dixwazin serdana şexsî li Dadgeha Destûrê bikin û banga li sazî û dezgehên têkildar kir ku raya giştî çêbikin û guh bidin dengê wan.