Girtiyên bi destê DAÎŞ'iyan birîndar bûn nayên dermankirin

Girtiyên siyasî yên li girtîgehê bûn hedefa êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê û birîndar bûn, ji aliyê Rêveberiya Girtîgeha Şehrî Kerec Recayî ve nayên tedawîkirin.

Rêveberiya Girtîgeha Şehrî Kerec Recayî ya Îranê, beriya bi çend rojan çeteyên DAÎŞ'ê yên girtî şand qawîşa 10'an a ku girtiyên siyasî lê ye û roja 29'ê Tîrmehê çeteyan êrîş birin ser 4 girtiyên siyasî.

Ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê girtiyên bi navê Loqman Mûradî, Hûşeng Rezayî, Seîd Şêrzad û Areş Sadqî birîndar bûn. Rêveberiya girtîgehê ev çend roj in nahêle ku girtî bên dermankirin.

Di dema êrîşê de milê rastê yê Seîd Şêrzad şikestibû, derb li pişta Areş Sadiq hatibû xistin, milê Loqman Mûradî ji cih derketibû, derbên giran li Hûşeng Rezayî hatibû xistin û Zanyar Mûradî jî bi sivikî birîndar bûbû.

DOKTOR: TEDAWÎ LI GIRTÎGEHÊ NABE

Doktorên girtîgehê piştî êrîşê mudaxeleya destpêkê kirin û gotin, girtiyên siyasî li nava şert û mercên girtîgehê nikarin bên tedawîkirin, divê sewqî nexweşxaneyê werin kirin.

GARDIYANAN NEHIŞTIN TEDAWÎ BIBIN

Hate ragihandin, Şeîd Şêrzad piştî êrîşê rakirin Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Kerecê. Doktorên ku li nexweşxaneyê mudaxele kirin, xwestin ku milê şikestî yê Şêrzad bixin nava kilsê. Lê belê ji ber ku gardiyanan pêşî li vê girtin, Şêrzad bêyî bê dermankirin bi milê xwe yê şikestî ew vegerandin girtîgehê.

Rêveberiya girtîgehê destûr neda ku Hûşeng Rezayî û Loqman Mûradî yên bi giranî birîndar bûn rakin nexweşxaneyê.

Hate ragihandin, tevî ku rewşa Hûseng Rezayî, Loqman Mûradî û Seîd Şêrzad giran e, destûr nayê dayin ku sewqî nexweşxaneyê werin kirin.