Girtiyên Baskî peyama destekê dan

Girtiyên siyasî yên Baskî peyama destekê dana berwedêrên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.

254 girtiyên siyasî yên Baskî ku li Mont de Marsan a Fransayê girtî ne, peyama destekê dane girtiyên siyasî yên PKK-PAJK'ê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyên siyasî, hemû girtiyên siyasî yên cîhanê bi bîr anîn, gotin 17'ê Nîsanê, roja girtiyên cîhanê ji bo ku peymana polîtîk bikin rojev rojeke girîng e.

Girtiyên Baskî gotin niha girtiyên Kurd bi heman armancê di greva birçîbûnê de ne û gotin, ''Girtiyên Kurd ji bo vê bi dilê xwe diaxivin. Em destekê didin grevkarên Kurd. Ji bo jiyanê, ji bo têkoşîna Kurdistanê.''

Peyam bi dirûşma ''berxwedan jiyan e'' qediya.