Girtiyê siyasî Pektaş jiyana xwe ji dest da

Girtiyê siyasî Sitki Pektaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê dima, di encama xwînibûna mîdê de jiyana xwe ji dest da.

Pektaş ev 28 salin girtî bû. Pektaş ê ku bi sûcê “Endambûna rêxistinê” dihate girtin, li girtîgehê xwîn rijiya li ser mîdeyê.

Hate zanîn ku Pektaş ê ku rakirîn Nexweşxaneya Dewletê ya Edirneyê êvara 10’ê Mijdarê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Pektaş wê roja Pêncşemê di seat 12:00’an de li gundê Dîlek a navçeya Yeşîlyûrt a Malatyayê bê veşartin.

JI 1600’Î ZÊDETIR GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE

Li gorî rêjeyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran herî kêm 1605 girtiyên nexweş hene.

Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê di rapora 15’ê Cotmehê ya “Binpêkirinên mafan a sê mehî ya Girtîgehên Herêmên Anatolyeya Navîn” de, diyar kiribû ku 14 girtiyan jiyana xwe ji dest daye, 51 jî bi êşkencê re rû bi rû mane. Di raporê de diyar kiribû ku girtî ji mafên xwe yên tendirustî û peywendiyê bê par mane.