Girtiyê siyasî Bayram Aslan piştî 30 salan hat berdan

Bayram Aslan ku 24’ê Îlona 1993’an li Mûşê hat girtin, piştî 30 salan hat berdan û li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Bayram Aslan di 24’ê Îlona 1993’an de bi sûcdariya “Yekitî û yekparebûna dewletê xerakirinê” hate girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê 30 sal ceza li Aslan birî. Aslan ê bi dorê li Girtîgehên Mûş, Amed, Yozgat, Bûrdûr, Îzmîr, Elbîstan, Midyad, Ordû û herî dawî li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê hatiye ragirtin, duh piştî girtineke 30 salan, hate berdan. Aslan ê li ber deriyê girtîgehê ji hêla malbatê ve hate pêşwazîkirin, li navçeya Bismilê bi awayekî girseyî hate pêşwazîkirin.