Girtiyê nexweş Vefa Kartal 78 roj in di rojiya mirinê de ye

Girtiyê nexweş Vefa Kartal ji ber ku nayê dermankirin û ji bo girtiyên din ên nexweş ev 78 roj in di rojiya mirinê de ye. Ûmût Kartal ji bo kekê xwe bang li raya giştî kir.

Vefa Kartal (42) ku li Girtîgeha bi Tîpa F Hejmara 1'ê ya Tekîrdagê tê hiştin, ji ber ku nayê dermankirin û ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ev 78 roj in di rojiya mirinê de ye. Rayedarên Tirk ên li girtîgehê roja 18'ê Îlona 2017'an Kartal xistin girtîgeha hucreya yek kesî û ji hingî ve li huncreyê ye. Ahengiya lêdanê ya dilê Kartal xera bûye û 3 girêk li ser mejiyê wî hene ku mezin dibin. Her wiha bi nexweşiya Hepatît B, mîde, tansiyona bilind, spazma rovî, nexweşiya li aliyê rastê yê sîngê, kîst, hemoroît, ulser, reflu, bronşît, gurçik û mîzdankê bi Kartal re hene.

Ûmût Kartal qala rewşa kekê xwe kir û got, "Beriya wî bibin Girtîgeha Tekîrdagê, li Girtîgeha kiriklarê dima. Li wir jî heta wextekê bi rengekî kêfî ew tedawî nekirin."

Kartal diyar kir ku kekê wî dema ku 18'ê Îlona 2017'an sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hate kirin destûr jê re nehate dayin ku rahêje eşyayên xwe û got, "Ji bo wergirtina eşyayên xwe 10 rojan ketibû greva birçîbûnê û piştî ku eşyayên wî dan wî dest ji greva birçîbûnê berdabû."

'EZ Ê BI RÛMETA XWE BIMIRIM'

Kartal got, kekê wî herî dawî 12'ê Îlonê bi rêya telefonê pê re axiviye û wiha dewam kir: "Ji min re got, 'Ez êdî ne li benda tiştekî me. Ez ê bi rûmeta xwe bimirim'. Em doh dîsa lê geriyan, lê belê ji ber ku nema dikare bimeşe, nekarî bê cem telefonê û bi me re biaxive. Me ji rêveberiya girtîgehê re got ku em dixwazin serdana wî bikin. Lê belê destûr nedan. Destûrê ji bo hevdîtina girtî didin. Lê ew nema dikare bimeşe û bê hevdîtina girtî."

Kartal diyar kir, kekê wî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ketiye rojiya mirinê û got, "Ya ku dike berxwedaneke şexsî nîne. Dixwaze balê bikişîne ser rewşa bi sedan girtiyên li ber mirinê ne."

Kartal got, "Dibe ku ji destê me bê ku em girtiyekî din ji girtîgehê derxînin" û bang li raya giştî kir ku bi erk û berpirsyarî rabe.