Girtiyê nexweş tiştek nayê bîra wî

Girtiyên li ba girtiyê nexweş Kemal Ozelmali yê ku di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbatên xwe ragihandin ku ‘Ozelmali di greva birçîbûnê de ye û nizane ku ew di greva birçîbûnê de ye.”

Kemal Ozelmali yê ku di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê ye, ligel ku rapora wî heye ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ ji 27’ê Îlonê û heta niha di greva birçîbûnê de ye.

Di 7’ê Kanûnê de Ozelmali rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê û du roj berê dîsa ew birin girtîgehê. Girtiyên li ba Ozelmali bi rêya malbatên xwe daxuyanî dan.

Girtiyan diyar kirin ku Kemal Ozelmali nizane ku ew di greva birçîbûnê de ye û gotin ku, “Kemal Ozelmali tiştek nayê bîra wî. Divê ev girtiyên nexweş serbest werin berdan.”

Di heman demê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê girtiyên bi navê Mazlûm Dolaşan, Mehmet Kiran û Abdullah Yilmaz jî ji bo rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan kirine.