Girtiyê nexweş Sabrî Kaya krîza dil derbas kir

Sabrî Kaya ku yek ji girtiyên nexweş e, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'emîn a Osmaniyeyê krîza dil derbas kir û ew rakirin servîsa lezgîn.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê bala her kesî li ser girtîgehan e, lê belê girtiyê nexweş di nava lepên mirinê de tên hiştin. Yek ji van girtiyan jî Sabrî Kaya (54) ye ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2'emîn a Osmaniyeyê ye. Eşkere bû ku di sibeha 25'ê Adarê de Kaya krîza dil derbas kiriye û ew rakirine servîsa lezgîn.

Keça Kaya Dîlan Kaya ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bavê wê li pêş çavên her kesî xistine rewşeke metirsîdar. Kaya got, rêveberiya girtîgehê ji ber ku dermanê Coûmadîn ê ku bi kêrî şilkirina xwînê tê peyda nekiriye, bavê wê krîza dil derbas kiriye.

'GAV BI GAV HATE VÊ ASTÊ'

Kaya bi bîr xist ku ji doza PKK'ê cezayê heta bi hetayê li bavê wê hatiye birîn û 10 sal in li girtîgehê ye û got, tevî dil her wiha gelek nexweşiyên kronîk bi bavê wê re hene û yek ji 457 girtiyên bi nexweşiyên giran e.

Dîlan Kaya diyar kir, tevî ku 70 ji sedî fonksiyonên dil ên bavê wê nema ye bi salan e nayê berdan û ragihand, gav bi gav ew gihandin vê astê. Kaya destnîşan kir, ji bilî vîrûsa koronayê metirsiya jiyanî li ser bavê wê heye, lewma ew bi fikar in.

Kaya anî ziman ku Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê ku bavê wê lê di servîsa lezgîn de ye, cihekî ewle nîne û bi bîr xist, wezîfedarekî ewlekariyê yê li nexweşxaneyê ji kekê wê re gotiye ku ji ber şewba vîrûsê kesekî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

'DI HER KÊLIYÊ DE DIBE KU EM JI DEST BIDIN, DIVÊ TAVILÊ BÊ BERDAN'

Kaya nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya hikumeta AKP'ê da ku di paketa 3'emîn a dadgeriyê de ya ji bo kêmkirina cezayê girtî û mehkûman, girtiyên siyasî li derve hiştiye. Kaya got, "Gelo ji bo bavê min derkeve diviyabû firoşkarê narkotîkê bûya? Ev nayê qebûlkirin. Em li hemberî vê rewşê gelekî bi hêrs in."

Kaya xwest, bavê wê piştî tedawiyê bişînin malê û tedawiya wî li malê dewam bike. Ji bo vê jî bang lİ Wezîrê Edaletê kir ku bikeve nava liv û tevgerê û diyar kir, eger rewşeke neyînî rû bide di serî de Wezîrê Edaletê wê desthilatdarî berpirsyar be.