Girtiyê nexweş Ozalp hîn nehatiye berdan

Girtiyê nexweş Ozalp hîn nehatiye berdan

 Girtiyê nexweş Ramazan Ozalp ji bo rapora Saziya Tipa Edlî bigire anîbûn Girtîgeha Metrîsê. Ozalp tevî ku ji Saziya Tipa Edlî rapor girt jî hîn nehatiye berdan.

Demek berê ji bo ji Saziya Tipa Edlî rapor bigirin, 17 girtiyên nexweş anîbûn Girtîgeha Metrîsê. Ji wan girtiyan yek jê jî girtiyê nexweş ê bi navê Ramazan Ozalp e. Girtiyê nexweş Ozalp ji Tipa Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” girt lê hîn nehatiye berdan.