Girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da
Koçer Ozdal ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Koçer Ozdal ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal, ji meha Tîrmehê ve li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê dihate dermankirin. Ozdal 19'ê Tîrmeha 2018'an ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûrê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal 13'ê Tebaxê xistibûn beşa lezgîn a nexweşxaneyê û eşkere bûbû ku kanser li tevahiya bedena wî belav bûye. 24'ê Tebaxê jî bi temamî ji ser hişê xwe çûbû. Tevî vê yekê jî Ozdal bi kelepçeyê li odeya nexweşaneyê hatibû girêdan.
HIKUMETÊ DAXWAZ RED KIRIBÛ
Rêxistinên mafên mirovan ji bo berdana Ozdal û dermankirina wî dest bi kampanyayê kiribûn, lê hikumeta AKP'ê ev daxwaz ji nedîtî ve hatibû.
Cenazeyê Ozdal wê li Mûşê were veşartin.
Koçer Ozdal sala 2014'an hate girtin û li girtîgehê nexweş ketibû.