‘Girtiyê nexweş Akdogan ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da’

Di çalakiya Rûniştina F de, hat diyarkirin ku girtiyê nexweş Ergun Akdogan ji ber binpêkirinên mafan û xemsariyê jiyana xwe ji dest da.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 635’emîn de li ber avahiya komeleyê lidar xist. Aktîvîstên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û bal kişandin ser rewşa Ergun Akdogan ê li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F’yê ya Tekîrdagê ragirtî bû ku di encama xwîna çû ser mêjiyê wî û mir. Pankartên “Mafê girtî mafê mirovan e” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatin vekirin û dirûşma “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hat berzkirin. Berdevka Komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.

Onaran diyar kir ku di çarçoveya çalakiya Rûniştina F’yê de bi salane daxwaz kirine ku bi sedan girtiyên nexweş bên berdan û ev banga wan gelek caran ji aliyê muxataban ve ji nedîtî ve hatiye. Onaran anî ziman ku ji ber vê xemsariyê gelek girtiyên nexweş mirin û mînaka vê ya dawiyê jî girtiyê nexweş Ergun Akdogan ku li Girtîgeha Tekîrdagê mir.

Onaran ev tişt got: “Ergun Akdogan 27 sal bûn girtî bû, di 14’ê gulanê de dikeve û xwîn diçe ser mejiyê wî. Piştî rewşa wî giran dibe radikin Nexweşxaneya Çam Sakûra ya Başaşehîrê û di beşa venêrîna awarte de rewşa wî her diçe girantir dibe û herî dawî jî jiyana xwe ji dest da. Piştî Akdogan jiyana xwe ji dest da derbarê wî de biryara taloqkirina înfaza wî tê dayîn û ji bo Akdogan mafê xatirxwestinê jî nenasîn.”

Onaran destnîşan kir ku ew ê mafê jiyanê û tenduristiyê yên girtiyan heta dawiyê biparêzin û banga berdana hemû girtiyên nexweş kir. Onaran got: “Ergîn Aktaş, Serdal Yildirim, Hanîfe Arsalan, Abdulalîm Kaya, Abdulkadîr Kuday hin ji van girtiyên nexweş in ku rewşa wan giran in û bi sedan girtiyên ku rewşa wan giran e di girtîgehan de li benda berdanê ne. Onaran ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kir ku wezîfeya xwe ya hiqûqî û mirovî bi cih bînin û hestiyar nêzî mijarê bibin.”