Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.

GIRTIYÊ NEXWEŞ

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 72 salî ku di lîsteya girtiyê nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire duh bi şev li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Qûbîna Êlihê krîza dil derbas kir.

Hat zanîn ku Çam rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê û hatiye anjiyokirin.

Keça Çam, Şîmel Çam da zanîn ku ew doh pê hesiyane û çûne nexweşxaneyê.

Çam destnîşan kir ku bijîşkan gotine xetere li ser jiyana bavê wê nîne û ji ber nexweşiyên wî di beşa lênêrîna awarte de tê ragirtin.

Çam xwest ku bavê wê bê tehliyekirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî li ser hesabê xwe yê X’ê (twitter) ragihand Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiriye û xwest ku dawî li êşkenceya li ser girtiyên nexweş were anîn.