Girtiyê bi nexweşiya giran Kaya li lênerîna giran e

Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya ji ber krîza dil û xwîn çûye ser mêjî ev 3 roj in li lênerîna giran e. Keça wî Dîlan Kaya got, ''Heke girtiyên nexweş neyên berdan wê bimirin.''

Girtiyê nexxweş ê li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Nimro 2 Osmaniyê, ku dilê wî 25 ji 100'î sax e, 25'ê Adarê krîza dil lê da û xwîn çû ser mêjiyê wî. Kaya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê û ev 3 roj in li beşa lêneriya giran e. Keça Kaya Dîlan Kaya got ji ber sedema ku rêveberiya girtîgehê dermanê bi nav Coumadînê, ku xwînê rehn dike peyda nekiriye, krîza dil li bavê wê daye. Kaya her wiha got xwîn çûye ser mêjiyê bavê wê.

Kaya got 26'ê Adarê doktor jê re gotiye, ji ber sedema krîzê ziyan gihaye ser hemû organên bavê wê, wê demekê li beşa lêneriya giran be, niha pêşî wê li ser dil bisekinin û piştre li ser mêjî. 

Kaay got nihaji ber xwîn çûye ser mêjî damarek xitimiye, li lêneriya giran tedawiya bavê wê didome.

Kaya got cezayê heta mirinê li bavê wê birine, ji 2010'an ve girtî ye, du caran ji dilê xwe emeliyat bûye, 2013'an ji ber rewşa tendiristiyê înfaza wî 3 mehan hatiye rawestandin, bi rapora Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ya, ''nexweşiyên wî yên kronîk nîne'' dîsa hatiye girtin.

Kaya got, ''Divê girtiyên weke bavê min bi nexweşiyan giran in werin berdan. Divê tedawiya wan ne li girtîgehê lê li cem malbata wan, li nexweşxaenyên têr û tije werin kirin.''

Kaya her wiha got divê girtî bi lezgînî werin berdan an na wê gelek girtî bimirin.