Girtiyê bi nexweşiya giran ê 62 salî nayê tedawîkirin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê 62 salî Alî Tetîk ku nexweş e nayê dermankirin û xwest Tetîk serbest were berdin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê 62 salî Alî Tetîk ku nexweş e nayê dermankirin û xwest Tetîk serbest were berdin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da û diyar kir ku girtiyê 62 salî Alî Tetîk ku nexweş e nayê dermankirin û xwest Tetîk were berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê ji bo balê bikişinin li ser rewşa girtiyê nexweş ê 62 salî Alî Tetîk li ser medya civakî daxuyanî dan.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çîçek daxuyanî xwend û wiha got: "Girtiyê 62 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 2 a Şakranê ya Îzmirê Alî Tetîk bi nexweşiya penceşêra prostatê ye. Dîsa nexweşiyên gurçik, şekir, tansiyon, fitiqê pê re heye. 15 sal ceza li wî hatiye birîn. Ev 6 sal in girtî ye. Tetîk bêyî daxwaza wî şandine Şakranê. Ji ber dûrî malbatê ye nikare biçe û bê. Malbatê herî dawî di Îlona 2020'an de li Colemêrgê hevdîtina girtî pê re kiriye. Tetîk li girtîgehê nayê dermankirin. Divê hem bê dermankirin û hem jî serbest bê berdan."