Girtiyê 30 salan li Amedê hate pêşwazîkirin
Mehmet Tarik Dagtaş ê 30 salan girtî bû û li Bodrûmê hate berdan, li Amedê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin.
Mehmet Tarik Dagtaş ê 30 salan girtî bû û li Bodrûmê hate berdan, li Amedê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin.
Mehmet Tarik Dagtaş (52) ê 30 salan girtî maye û doh ji Girtîgeha Tîpa S ya Bodrûma Mûglayê hatiye berdan, hate welatê xwe Amedê. Dagtaş di Balefirgeha Amedê de ji hêla malbat û endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) bi kulîlkan hate pêşwazîkirin. Dagtaş ê li vê derê daxuyanyekî kurt daye bal kişand ser têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîdê tê domandin û wiha got: “Gelek silavên hevalên me ji gel re hebûn. Gotin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û xwestin gelê me jî vê berxwedanê xurttir bikin.”
Konvoya malbatê ya Dagtaş pêşwazî kiriye derbasî malê ya li navçeya Peyasê bû.
Dagtaş di sala 1993’yan de hate binçavkirin û ji hêla Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebetê lê hate birîn. Dagtaş bi dorê li girtîgehên Amed, Dîlok, Mereş, Ceyhan, Orgû, û Bolûyê hate ragirtin. Dagtaş ji Girtîgeha Tîpa S ya Bodrûmê hate berdan.