Girtiyan name ji dayikên berxwedêr re şandin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne, nameyek ji dayikan re şandin ku li ber girtîgehan li ber xwe didin û Roja Dayikan li wan pîroz kirin.

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Girtiyên li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ne, bi wesîleya Roja Dayikan nameyek ji dayikên berxwedêr re nivîsîn.

Girtiyan ji dayikan re gotin, "Hûn ji bo me nirxên herî hêja ne. Nirx û bedewiya mirovahiyê di dilê we de mezin dibe û dibe malê civakê. Dayik bingeha hebûnê ye, dayik rûmet e, dayik welat e. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî mirovahiyê herî zêde li dayikan tên kirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst, bi tecrîdkirina Rêberê me re êrîşî rûmet û îradeya gelê Kurd dike.

'WE DENGÊ ME GIHANDIN TEVAHIYA DINYAYÊ'

Dayikên hêja, em zanin ku serê me biêşe jî, dilê we parçe parçe dibe. Em ne ji bo mirinê, lê ji bo jiyaneke bi rûmet û hêja li ber xwe didin, têdikoşin. Em şopdarên Mazlûm, Kemal û Sarayan e. Çawa ku wan bi bedena xwe faşîzma 12'ê Îlonê têk birin, em ê jî li ser şopa wan faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin. Em ê bi ser bikevin! Ji ber vê yekê em ne bi tenê ne, em bi milyonan mirovî ne. Hûn jî bi me re ne. Hûn ne tenê dayikên me ne, di heman demê de hevrêyên me ne di têkoşîna azadiyê de, parêzvanên maf û rûmetê ne.

Di têkoşîna me ya 40 salî de hûn her tim bi me re bûn. Em hêz û moralê ji we digirin. Mehek e ku li dijî êrîşên giran ên faşîzmê bi biryardarî li ber deriyan, em jî li pişt deriyan li ber xwe didin. Êrîşên hovane li we hatin kirin, lê tevî vê yekê jî we dest ji berxwedana xwe ya bi rûmet bernedan. Bi berxwedana xwe we dengê me gihandin tevahiya dinyayê. Em bi biryar in, em ê bi ser bikevin. Bi biryardariya serketin û coşa berxwedanê, bi navê girtiyên li zndanan em Roja Dayikan li we pîroz dikin. Destên we yên kedkar maçî dikin."