Girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê li Aydinê hate şermezarkirin

Rêxistina HDP'ê ya Aydinê, operasyonên qirkirina siyasî û binçavkirin û girtina Hevserok û parlamenterên HDP'ê, şermezar kir.

Bi vê armancê girseya gel li ber avahiya HDP'ê ya Aydinê li hev civiya û tevî anonsên polîsên Tirk ên ji bo belavbûnê, çalakger bi qîrîna dirûşma "Zext nikarin bi me" heta kolana Yagcilarê meşiya.

Di dema meşê de komek ji nîjadperestan ku ji aliyê polîsan ve dihat parastin, sixêf li HDP'yiyan kir û hewl da êrîş bike. HDP'yiyan piştî aloziyeke demkurt, daxuyanî dan çapemeniyê.

Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Cengîz Îvdîl daxuyanî da û got, ew ê li pêşberî vê darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin bêdeng nemînin û heta dawiyê têbikoşin.