‘Girtina deriyê sînor xiyanet e’
‘Girtina deriyê sînor xiyanet e’
‘Girtina deriyê sînor xiyanet e’
Rayedarê Tevgera Goran Mam Rustem diyar kir ku girtina deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de xiyaneta li dijî gelê Rojava û ew weke pêşmergeyên kevin amade ne ku tevlî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin.
Rayedarê Tevgera Goran Mam Rustem di hevpeyvîna bi Radioya NEWA' re diyar kir ku girtina deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de xiyaneta li dijî gelê Rojava ye. Mam Rustem, diyar kir ku pêwîst e hemû parçeyên Kurdistanê alîkariya hevdu bikin.
Mam Rustem ev tişt anîn ziman: "Mirov ji bilî navê xiyanetê nikarê tu navê din li biryara girtina deriyê sînor bike, di heman demê ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî dibêje ku pêwîst e sînor neyên girtin, hukûmeta herêma Kurdistanê deriyê sînor ê di navbera Rojavayê Kurditanê û Başûr de girtiye."
Mam Rustem ji hukûmeta herêmê xwest ku ger alîkariya Rojava nake bila zerarê jî lê nekin.
Mam Rustem her wiha diyar kir ku ew amade ne jiyana xwe ji bo hemû parçeyên Kurdistanê feda bikin û ger rê vebe ew amade ne tevlî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibin.