Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê xistin karantînayê

Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî yê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê de ye, di telefonê de ji malbata xwe re diyar kir ku li girtîgehê koronavîrus hatiye tespîtkirin û girtîgeh ketiye karantînayê.

Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî yê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê de ye diyar kir ku ji ber koronavîrusê girtîgeh ketiye karantînayê. Geylanî bi rêya birayê xwe Fahîr Geylanî ev tişt ragihand.

Geylanî got ku “Birayê min mehek e di hucreyeke yekekesî de ye û got ku nûçeyên dezenfektekirina girtîgehan ne rast e. Dezenfektan, alavên paqijiyê, mêwe û zebzeyan nadin girtiyan. Birayê min ê 51 salî nexweşiya wî ya dil heye û sala borî anjîyo bû. Birayê min ragihand ku girtîgeh ketiye karantînayê. Kaxizan jî nadin girtiyan. Tu tevdîr nehatiye girtin.”

Geylanî diyar kir ku wan serî li saziyên fermî dane lê saziyan hê bersiva wan nedaye.