Girtî di 15’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin

Girtî di 15’ê Cotmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku ew ê di 15'ê Cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bikin û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin wê çalakiyên xwe radîkal bikin û wiha got: "Çalakiya me ya dê di 15'ê Cotmehê de destpê bike hînî gefa qirkirinê ya li ser Kobanê berdewam bike, hevkariya DAIŞ-AKP'ê berdewam bike û hikûmeta AKP'ê korîdora alîkariyê ji Rojava re vedike wê bidome û heke daxwazên me neyên bicih em ê çalakiyên xwe radîkal bikin."

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'î Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û helwesta hikûmeta AKP'ê ya neyênî ya li hemberî Kobanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Kaya bal kişand ser berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya 27 roj in berdewam dike û wiha got: "Em qehremanên destkeftiyên gelê Kurd diparêzin û li Kobanê berxwedaneke dîrokî li dar dixin silav dikin û em li ku bin bila bibin em ê berxwedana wan bidomînim." Kaya, anî ziman ku gelê Kurd bi berxwedana li Kobanê dê hebûna xwe heya dawî bi parêze û wiha axivî: "Felsefeya Rêberê Apo û ruhê berxwedanê yê gelê me li Rojhilata Navîn jiyaneke alternatîf pêk tîne. Berxwedana Kobanê dilê şoreşa Rojava ye. Berxwedana Kobanê û Rojava sînorên dewletên kapîtalîst derbas kirin û moraleke gelek mezin afirand. Dîsa li hemberî modernîteya kapîtalîst qêrîna jiyanek nû ye."

Kaya, da zanîn ku ji ber Rojava bi awayekî azad û wekhev xwe rêxistin kir û jiyaneke pêk anî dewletên kapîtalîst xwestin vê şoreşê bi xeniqînin û wiha pêde çû: "Hêzên derfetê nîşanî tu jiyanên li hemberî wan alternatîf nadin Kobanê bi qirkirinê re hiştine. Çeteyên DAIŞ'ê hêzên navneteweyî bi taybet jî dewleta T.C. hêz dayê û di çarçoveya stratejiyekê de hate bikaranîn. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û hêzên demokratîk ji holê rabikin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo vê yekê afirandin. Ji ber vê yekê hêzên bi şikîlî yên koalîsyonê bi armanca çeteyên DAIŞ'ê xilas bikin na bi armanca bi kar bînin tevdigerin û dixwazin di bin kontrola xwe de bigirin."

Kaya, bilêv kir ku berxwedana Kobanê dirûtiya hêzên navneteweyî deşîfre kir û li gel vê yekê bêsamîmiyeta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê derxist holê û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê sînor derbas kirin û êrîş li gelê me kir. Hikûmeta ji bo Kobanê bikeve piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê alîgirê çareseriyê nabe. Divê hukûmeta AKP'ê bizane ku gelê Kurd bi berxwedana Kobanê hêviyê ji AKP'ê nake. Divê hukûmeta AKP'ê dest ji piştevaniya çeteyan ber bide û derbasbûna wan asteng bike. Samîmiyet ev e. Ji ber ku hukûmeta AKP'ê statuya rewa ya Rojava û gelê Kurd nas nekir sînorên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re vekirin. Heke T.C. naxwaze Kobanê bikeve divê statuya PYD û Rojava qebûl bike û korîdora alîkariyê vebike û ji vê yekê re amadekariyan bike. Gelê Kurd alîkariyê ji AKP'ê naxwaze, berevajî vê yekê divê hikûmeta AKP'ê dest ji polîtîkayên ji komkujiyê re amade dike berde. Şoreşa Rojava şoreşa Kurdistanê ye. Kobanê jî dilê şoreşa Rojava ye. Çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşên li Kobanê dikin û hêzên li pişt wê dixwazin êrîşê li hemû Kurdistanê û Kurdan bikin. Divê hikûmeta AKP'ê vê yekê bizane û wisa helwesta xwe diyar bike. Divê dest ji piştevaniya çeteyên DIAŞ'ê bide. Roj roja li berxwedana Kobanê derketinê ye. Em serhildana bi rojane berdewam dike silav dikin. Em dixwazin gelê Kurd, dost û raya demokratîk berxwedana xwe hê bilind bikin."

Kaya, destnîşan kir ku girtiyên PKK û PAJK'ê dê di her şert de li cem hêzên YPG û YPJ'ê bin û ji bo daxwaz bên bicih dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin û wiha pê de çû: "Çalakiya me ya dê di 15'ê cotmehê de dest pê bike hînî gefa qirkirinê ya li ser Kobanê berdewam bike, hevkariya DAIŞ-AKP'ê berdewam bike û hikûmeta AKP'ê korîdora alîkariyê ji Rojava re vedike dê bidome û heke daxwazên me neyên bicih em ê çalakiyên xwe radîkal bikin. Divê gelê me bizane ji ber em di girtîgehê de ne dikevin çalakiya grava birçîbûnê.."

Kaya, da zanîn ku di dema çalakiyê de name û faksên daxwazan dê ji Serokomar, Wezîrê Dadê û saziyên navneteweyî re bişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rihê fedaî yê Sarayan, Kemalan û Arînan bi felsefeya Rêberê Apo re em gelê me silav dikin û soza xwe ya şehîdên xwe dûbare dikin."