Girtî: Daxwaza me ya pêşî rabûna tecrîdê ya li ser Rêbertî ye.
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a kete roja 60’î. Girtiyên ji beşa T2 Necdet Kaya, Eren Tekîn û Cengîz Dogan ji ajansa me ANF’ê re du mehên girêva birçîbûnê vegotin..
Girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a kete roja 60’î. Girtiyên ji beşa T2 Necdet Kaya, Eren Tekîn û Cengîz Dogan ji ajansa me ANF’ê re du mehên girêva birçîbûnê vegotin..
Girtiyên ku 60 roj in di girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne wiha gotin:
NECDET KAYA: DI MIJARA GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ DE EM XWEDÎ TECRÛBE NE ÊDÎ
Em bi Necdet Kaya re diaxivin pêşî. Weke her carê dikene Necdet, birçîbûnê tiştek ji kêfa wî nebiriye. Germahiya wî ji cam û dîwaran derbas dibe û me dibîne. Ez pirsa, çawa yî, lê dikim. Dipirsim bê ka vîtamînan distînin yan na, helwesta rêveberiya girtîgehê çawa ye bi kelecanekê. Vedibêje: ‘’Helbet em baş in, sûdên biçûk ên girêvê birçîbûnê jî hene. Nêzî 9 kîloyan me li xwe şikand. Ez jixwe zeîf bûm niha zeîftir xuya dikim. Pêdiviya me ya bi vîtamîn û doktoran kêm jî be tê dabînkirin. Li beşên din kêmasî zêdetir in. Berê jî em ketibûn girêva birçîbûnê, tecrûbeya me heye. Em hevrêyên Bobby Sands in. Em ji vir wan slav dikin. Beriya dest pê bikim pirtûkeke bi nave Birçîbûn min xwendibû, pir sûda wê çêbû. Bi pirtûkê hinek tecrûbe ji me re çêbû. Daxwazên me her carê weke şertên girtîgehê têne gotin. Daxwaza me ya pêşî şikandina tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Pêkhatine hevdîtinekê ye. Divê ev wiha were zanîn.
‘ROJÊN ME BI XWENDINÊ DIÇIN’
Piştre pirs dikim be ka rojên wan çawa diçin, çi dikin, herî pir li ser rewşa tendiristiya wan dipirsim. Necet bêyî ku aciz bibe dibêje: ‘’Em li xwe dişkînin. Roja me bi xwendinê û guhdarîkirina radyoyê diçe. Sergêjînek, zingîniya guh bi gişan re çêdibe û em nikarin zêde bala xwe bidin tiştekî. Lê encam her çi jî be em ê berdewam bikin. Divê her kes vê bizanibe. Em biryardar in, ev tecrîd wê bişike. Diya min jî li Amedê dest bi girêva birçîbûnê kiriye. Min wêneyê wê di rojnameyê de dît. Ji derve pirtûkan nadin me rêveberî. Ji kantînê jî em 10 heban bixwazin yekê didin. Ji dema ku em mişextî vir kirine me pir xwest jî lê nehiştin ku em wêneyekî bigirin. Bersivê nadin daxwazên me. Dema hevdîtinê ji saetê anîn 40 deqeyî. Her beş li gorî xwe rêziknameyê çêdike. Ev hemû û tecrîda li ser Rêbertî ji bo girêva birçîbûnê sebeb in ji bo me.’’
EREN TEKÎN: DAXWAZA ME YA PÊŞÎ RABÛNA TECRÎDÊ YA LI SER RÊBERTÎ YE
Eren Tekîn: ‘’Daxwazên girêva me ya birçîbûnê kêm têne gotin. Daxwaza me ya pêşî ne şertên girtîgehê ne. Tecrîda li ser Rêbertî ye. Hevalên ku rewşa wan a tendiristiyê xirab nîn e. Lê ne diyar e wê çi bibe. Raya giştî di vê mijarê de divê bêhtir bihistyar bin. Moral û coşî zêde ye. Berxwedana her ku diçe meztir dibe. Ev ji me re dibe moral. Em slavan ji her kesî re dişînin. Heta ku daxwazên me werin qebûkirin em ê girêva xwe bidomînin.’’
CENGÎZ DOGAN: DIVÊ DESTEKA RAYA GIŞTÎ ZÊDE BIBE
Cengîz Dogan:Divê daxwazên me baş werin fêhmkirin. Daxwaza me ya pêşî ne şertên girtîgehan e. Rabûna tecrîda li Imraliyê ye. Dema ku ne wiha be em pê diêşin. Helbet girêva birçîbûnê hin êşan bi xwe re tîne. Wekî dî ku vir ji me re bikin qesr jî ji bo tecrîda li ser Rêbertî em ê dîsa girêva xwe ya birçîbûnê bidomînin. Divê ev mijar baş were fêhmkirin. Berxwedan belav dibe. Em ê nûçeyên xweş bistînin. Divê raya giştî desteka xwe zêde bike. Li xwe şikandin normal e. Em bi giştî baş in. Bila her kes bizanibe em di mijara daxwazên mafdar de biryardar in. Çi kesê ku destekê dide em wan slav dikin.’’