Girkêlegê bûye rawestgeha penaberan
Girkêlegê bûye rawestgeha penaberan
Girkêlegê bûye rawestgeha penaberan
Komîteya Alîkariya Koçberan ya Girkêlegê diyar kir ku, 772 malbat ku hejmara wan digihêje 5721 kesan ji bajarên Hums, Hema, Dêrazorê, Reqa û Şamê koçberî Girkêlegê bûne.
Di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û artêşa azad de bi sedan malbatên ji herêmên Hums, Hema, Dêrazorê, Reqa û Şamê koçberî herêmên ewle yên Rojavayê Kurdistanê bûne. Her wiha piştî ku komên çekdar êrîşî herêmên Rojava kirin gelek welatiyên Ereb ên herêmê ji gund û bajarên mîna Hesekê, Tilhemîs, Cindêdiyê,Tilkoçer û Yûsiviyê jî koçberî gund û bajarên Kurdan bûne. Li gorî hejmarên dawî yên Komîteya Alîkariya Koçbera a Girkêlegê 772 malbat, hejmara wan digihêje 5721 kesan koçberî herêmê bûne û Komîteya Alîkariya Koçberan alîkariya malbatan dike, kar û barê wan birêve dibe.
Komîteya Alîkariya Koçberan diyar kir ku, di destpêka bûyerên li Sûriyê de ji herêmên Hums, Hema, Dêrazorê, Reqa û Şamê 420 malbat koçberî herêma Girkêlegê bûne. Her wiha piştî ku komên çekdar êrîşê gundên herêma başûrê Çilaxa kirin û gef li gundiyan xwarin, gundiyên herêmê koçî Girkêlegê kirine. Li gorî lîsteya ku ji aliyê komîteyê ve hatiye amade kirin di demên dawî de ji gundê Yûsiviyê nêzî 300 malbatan koçber bûne û li herêma Girkêlegê bicîh bûne.
Meclisa Gel a Girkêlegê û komîteya Alîkariya Koçberan hemû malbat li dibistanên Girkêlegê, Çilaxa, Girziyaret û Sêgirka bicîh kirine û alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan dikin.