Girîngî û wateya guherîna paradîgmayê

Bi demokratîkbûna civakê an jî welat re pergala siyasî jî dikeve pêvajoya guherînê. Li şûna tekperestî, dîktatorî, netewperestî û hwd. hê zêdetir azadî, edalet û wekhevî, dikevin rojevê.

Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawî de got ew guhertineke mezin ya paradîgmayê dikin. Piştî vê gotinê bala gel û gelek derdoran çû ser vê têgînê û naveroka wê.

Paradigma gotineke bi Yûnanî ye, ji gotina “Paradeigma” tê.  Wateya wê jî mînak an jî model e. Ango wê tiştek çawa pêk were, û bê afirandin de numûneyeke.  Bi gotineke din jî di çarçoveyeke nêrîneke diyar de, kombûna bawerî û nirxan e.

Gotina paradîgma ji salên 1960’î de tê bikaranîn. Nivîskar û zanyarê Amerîkî Thomas Samuel Kuhn di pirtûka xwe ya bi navê “Avaniya Şoreşên Zanistî” de vê gotinê bikartîne.
Paradîgma, çarçoveyeke ku derbarê bingeha rastiyê û heqîqetê de dixebite. Di heman demê de çarçoveyeke têginî û fikrî ye.

Dema ku pirsgirêk li ser hev kom bibin û neyên çareserkirin paradîgma dikeve ber lêpîrsînê. Paradîgmayeke nû, dema kaos û aloziyan derbas bike, li pey xwe bihêle, dikeve meriyetê an jî bi cih dibe.

Guherîna paradîgmayê, hemû pêkanîn û rêzikên berê li gorî nêrîn û têgihiştina serdema nû, ji binî ve guhertinê îfade dike. Di heman demê de guherîna zêhniyetê ye. Piştî guherîna bingehîn feraset û nêrîneke nû derdikeve holê. Ango paradîgmayeke nû.

Guherînên paradîgmayê encama têkoşîn û pêvajoyên dijwar e. Ji lewra Paradîgma pêvajoyên ku serketina wan îspat bûye û ceribandinên dirêj di nava xwe dihewîne.

Ev yek nayê wateya ku wê paradîgma herdem bi serketî be. Lê dema paradîgmayeke nû hemû qalibên beriya xwe hilweşîne, qanûn û rêzikên xwe dayne êdî ji bo paradîgmaya berê bingeheke serketinê  namîne.

PKK’ê bi pêşengiya Rêber Apo sala 1978 bi awayekî bi rêxistînî dest bi Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistanê kir. Heta sala 1999’an nav an jî têgîna “Têkoşîna Rizgariya Netewî” hate bikaranîn.  Armanca wê jî “Avakirina Kurdistaneke Serbixwe û Yekbuyî” bû.

Yanî PKK, weke tevgereke bi paradîgmaya dewletdar a Marksîst-Lenînîst ava bûbû. Têkoşîna li dijî dewleteke netewe ya ji bo avakirina dewleteke netewe ji bo Rêber Apo êdî teng dima û ji çareseriyê wêdetir rê li ber pirsgirêkan vedikir. Rêber Apo di pêvajoya komploya navnetewî a di sala 1999’an de û bi destpêkirina pêvajoya Îmraliyê re guhertîna paradîgmayê xist rojevê û paradîgmaya dewletdar xist ber lêpirsînê. Ji ber dewlet pirsgirêkan çareser nakin, berevajî çavkaniyan pirsgirêkan e. Bi gotina Rêber Apo, “Dewleteke sosyalîst an jî dewleteke kapîtalîst vê rastiya dewletê naguhere”.

Ya ji bo civakê pêwîst ne dewlet e, demokarasî û azadî ye. Dema demokratîkbûn pêk were wê pirsgirêk hemû jî çareser bibin. Ango demokrasî dermanê hemû derd û nexweşiyan e. 

Rêber Apo ku êdî paradîgmaya berê dixe ber lêpirsînê, sala 1999’an gaveke dîrokî davêje û “Têgîna Civaka Demokratîk, Ekolojîk a Li Ser Bingeha Azadiya Jin” pêş dixe.

Bi guherîneke stratejîk a paradîgmayê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd “Demokratîkkirina Komarê” weke rêbaza guncaw danî holê. Bi ragihandina KCK’ê ango konfederalîzma demokratîk gavên vê yên pratîkî hatin avêtin.

27’ê Sibatê Rêber Apo bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêngaveke dîrokî destpê kir. PKK’ê jî weke bersiva vê bangê ragihand ku wan dest bi pêvajoyeke “guherîn, veguherîn û ji nû ve avakirinê” kirine.

Di hevdîtina 18’ê Gulanê de jî Rêber Apo ragihand ku ew guherîneke mezin ya paradîgmayê dikin. Ji vê hêlê ve paradîgmaya dema nû, avakirina civakeke demokratîk e. Li şûna sosyalîzma dewletê, sosyalîzma civaka demokratîk e. Di bingeha vê de jî dîsa wekhevî, ekolojî û azadiya jinê heye.

Demokratîkbûn an jî civaka demokratîk têgînek e gelek berfirehe û gelek tiştan an jî çareseriyan di nava xwe de dihewîne.

Bi demokratîkbûna civakê an jî welat re pergala siyasî jî dikeve pêvajoya guherînê. Li şûna tekperestî, dîktatorî, netewperestî û hwd. hê zêdetir azadî, edalet û wekhevî, dikevin rojevê. Li şûna komeke elît an jî kesekî hê zêdetir tevlêbûna gel û civakê ya nava rêveberiyê derdikeve pêş.

Di civakek an jî pergaleke demokratîk de guherînên mezin ên mîna pêşxistina azadiyan, darazên serbixwe, hilbijartinên demokratîk û hwd. tên kirin. Demokratîkbûn di nava pêvojeyeke kurt de pêk nayên. Bi yekbûna aliyên siyasî, aborî û civakî dighêje encamê.

Nexasim di herêma Rojhilata Navîn de ku zêhniyeta neteweperest, faşîst, olperest, cinsiyetperest ku bingeha xwe ya sereke jî ji zêhniyeta netewe dewletê digire, demokratîkbûn di encama têkoşîneke dijwar û demdirêj de dikare pêk were.

Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo ku nîv sedsale didome di vê mijarê de bingeheke xurt avakiriye û derî li vê yekê vekiriye.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî di vê wayetê de lûtkeya vê yekê îfade dike.