Girê Pirê hilbijartinên meclîsa xwe ya xweser çêkir
Girê Pirê hilbijartinên meclîsa xwe ya xweser çêkir
Girê Pirê hilbijartinên meclîsa xwe ya xweser çêkir
Di çarçeveya avakirina Xweseriya Demokratîk de li Rojavayê Kurdistanê, şêniyên gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê meclisa xwe ya xweser hilbijartin.
Ev demek e gelê Rojavayê Kurdistanê yê dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kiriye û meclîsên xwe yên xweser avadike. Di çarçeva avakirina xweseriya demokratîk de, li gundê Girê Pirê yê Tirbespiyê gundiyan ji bo avakirina meclisa xwe ya xweser hilbijartin hatin çêkirin.
Gundiya û bi taybet jinan bi coş berê xwe dan hilbijartina meclîsa xwe ji 37 namzetan 25 kes wekî endamên meclîsa gund hatin hilbijartin. Beriya ku gundî berê xwe bidin hilbijartinê Serokê Meclîsa Tirbespiyê Nûr Eldîn Şakir axaftinek kir û behsa geşedanên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pêkhatine kir.
Şakir di axaftina xwe de dazanîn ku berxwedana gelê Kurd û YPG'ê li Serêkaniyê, li hember komên çete ku bi alîkarî û destek dayina Tirkiyeyê ketibûn bajêr herî bi nirx e û diyar kir ku şerê li Serêkaniyê şerê man û nemana Kurdan e.
Piştî axaftina Şakir gundiyan berê xwe dan hilbijartinê. Di encama de meclisa ji 25 endaman pêk tê hate hilbijartin. Ji wan Ebdil Nasir Mele Ehmed wekî Serokê meclîsê hate hilbijartin. Mihemed Salih Hiso û Nesrîn Xelef jî wekî 2 cîgir hatin hilbijartin.